pckurd.net

  • Mezinahiya fontê mezin bike
  • Mezinahiya fontê ya bixweber
  • Mezinahiya fontê biçûk bike

Ubuntu 10.04 derket (Lucid Lynx) derket...!

ubuntu-lucidPiştî 6 mehan guhertoya nû ya ubuntuyê derket.
Hûn dikarin ubuntuya nû ji vir daxin: Here>>>
An jî rasterast ji malpera sereke daxin: Here>>>



Daxistina bi Torrentê: (torrent çi ye?)
Navnîşanên daxistinê ji bo Ubuntuyê:
* 32 bit Ubuntu guhertoya sermaseyê (ya normal) (torrent )
* 64 bit Ubuntu guhertoya sermaseyê (ya normal)  (torrent)
Navnîşanên daxistinê ji bo Kubuntuyê:
* 32 bit Kubuntu guhertoya sermaseyê (torrent )
* 64 bit Kubuntu guhertoya sermaseyê (torrent)

Nûbûnên li vê guhertoyê:
* Navrûya sazkirina ubuntuyê, Ubiquity êdî dikare berî sazkirinê rojane bibe bi vî awayî pirsgirêkên di pêvajoya sazkirinê de kêmtir dibe.
* Piştgiriya xewa zivistanê êdî tam e.
* Ji bo kartên grafîkê yên Nvidia piştgirê zêde bû.
* Ji bo kartên grafîkê yên Nvidia êdî ajokera bi çavkaniya azad Nouveau weke standart tê.
* Gnome 2.30, KDE 4.4.2
* Şûna Usplash êdî Plymouth heye.
* Dirbên nû (Ambiance, Radiance)
* Ji bo torên sosyal ên li înternetê sepanên Gwibber û meMenu
* Sepanokên nû yên monîtorîzekirinê
* UbuntuOne Music Store ku bi Rhythmbox'ê tê.
* Bernameya sererastkirina vîdyoyan pitivi amade tê.
* Hejmara lîstokan hat kêmkirin, bû 5. Lîstokeke nû ya matiqê gbrainy lê hat zêdekirin.


Ji ubuntu 9.10ê bilindkirina li ubuntu 10.04 (upgrade)
1 ) Pakêtên kêm temam bike:
Kod:
sudo aptitude install ubuntu-desktop
2 )
Kod:
sudo aptitude update && sudo aptitude safe-upgrade
3 )
Kod:
update-manager -d
wê paceyek vebe, bilindkirinê ji vir berdewam bike.

Ser xêrê be.
 


Bernameyên Ofîsê bi Kurdî

openoffice

Firefoxa kurdî

firefox_iconBi firefoxê bi kurdî bikeve înternetê: Daxe

Smplayer

SMPlayer_iconBi kurdî fîlm temaşeke: Daxe

aMSN

Amsn_iconBi aMSNyê bi kurdî chat bike: Daxe

Songbird

SongbirdBi kurdî mûzîk guhdarke: Daxe

smf

smf_logoBi kurdî forum sazke: Daxe

Joomla

joomla_logoBi kurdî malper sazke: Daxe

Format Factory

Format_FactoryBi kurdî format biguhere: Daxe

uTorrent

utorrent_logoBi µTorrent bi Kurdî daxe: Daxe