pckurd.net

  • Mezinahiya fontê mezin bike
  • Mezinahiya fontê ya bixweber
  • Mezinahiya fontê biçûk bike

Em Kî Ne?

E-peyam Çap bike Pdf

Em Koma PCKurd, Koma Komputergerên Kurd, komek dilxwazên zimanê kurdî ne. Ji ber ku me got 'Jiyan bê kurdî nabe!' me milê xwe da ber barî.


Koma PCKurd di adara 2005'an de ji hêla komek ciwanên kurd ve ji bo ku kar û barên der barê komputergeriyê de bi rêk û pêk bên meşandin, di encama civîneke li ser înternetê de hate damezirandin.

Beriya ku Koma PCKurd bê damezirandin, kesên ku ji bo komputergeriya kurdî dixebitîn, ji hev bê xeber bûn. Lê piştî kom hate damezirandin, ev kesên ji hev bêxeber hêza xwe kirin yek û dest avêtin arên qerase.

Koma PCKurd di serî de wergerandin û pêşdebirina Bernameyên Çavkaniya Azad ji xwe re kiriye armanc. Ji bo vê jî, wekî karê sereke, wergerandina Ubuntuyê derxistiye pêş. Wergerandina Ubuntuyê ji bo kurdî di sala 2005'an de dest pê kir û di 2006'an de bi guhertoya Ubuntu 6.06 zimanê kurdî (kurmancî) kete lîsteya fermî. Ji wê rojê ve hemû guhertoyên Ubuntuyê (salê du guherto derdikevin) li kurdî hatin wergerandin û kurdî di lîsteya fermî de cî girt. Digel sermaseya GNOME, sermaseyên wekî KDE û Xfce jî ji hêla Koma PCKurd ve li kurdî tên wergerandin.

Piştî Ubuntuyê projeya herî berfireh openOffice.org (Ooo, bernameya ofîsê) ye. Ooo ku wekî bernameya ofîsê ya Linuxê tê zanîn, di Windowsê de jî dixebite. Ji ber taybetmendiyên Ooo'yê Ooo ji hêla gelek bikarhênerên MS Windowsê ve jî tê bikaranîn.

Wekî projeyeke din, Mozilla Firefox geroka webê jî ji hêla Koma PCKurd ve li kurdî hate wergerandin. Mozilla Firefox ku bernameya geroka webê ya Linuxê ye, ji ber ku ewle ye, lezgîn e û pêşketî ye di MS Windowsê de textê Internet Explorerê dihejîne.

Koma PCKurd, bi panel û bi sedan CD'yên belaş ên ji bo sazkirina pergalê û ji bo sazkirina bernameyên bi kurdî yên ji bo Windowsê, pergal û bernameyên wergerandine kurdî, dide nasandin.

Koma PCKurd, digel van projeyên qirase, ku li gelek welatan ji hêla dewletan ve tên destekirin û meşandin, gelek bernameyên din jî werdigerîne kurdî.


Çend bernameyên din ev in:

SongBird

SMPlayer

7Zip

Pidgin Messenger

aMSN Messenger

Joomla 1.0.x

Joomla 1.5.x

vBulletin

SMF (Simple machine Forum)

TuxPaint

TuxMath

FileZilla


Malperên Komê

http://www.pckurd.net

http://www.ubuntu-ku.org

http://wiki.ubuntu-ku.org

http://ku.openoffice.org

http://www.mozilla.com/ku



Malperên Nêzî Komê

http://ku.wikipedia.org

http://www.ferheng.org

http://www.wergerine.com

 

Bernameyên Ofîsê bi Kurdî

openoffice

Firefoxa kurdî

firefox_iconBi firefoxê bi kurdî bikeve înternetê: Daxe

Smplayer

SMPlayer_iconBi kurdî fîlm temaşeke: Daxe

aMSN

Amsn_iconBi aMSNyê bi kurdî chat bike: Daxe

Songbird

SongbirdBi kurdî mûzîk guhdarke: Daxe

smf

smf_logoBi kurdî forum sazke: Daxe

Joomla

joomla_logoBi kurdî malper sazke: Daxe

Format Factory

Format_FactoryBi kurdî format biguhere: Daxe

uTorrent

utorrent_logoBi µTorrent bi Kurdî daxe: Daxe