![]()
Guhertoya nû ya OpenOffice.org'a bernameyê popûler a offîsê, derket. Weke tê zanîn OpenOffice.org tekane offîsa bi kurdî ye. Di OpenOffice.or'ê de sepanên weke "Bernameya nivîsandinê ya OpenOffice.org ", "Pêşkêşiya OpenOffice.org " û "Tabloya Hesêb a OpenOffice.org" hene. Bi van sepanan hûn dikarin hemû karên xwe yên offîsê bi hêsanî û bi kurdî pêk bînin.
Di vê guhertoya nû de gelek taybetiyên nû li OpenOffîsê hatiye zêdekirin. Mînak taybetiya anti-aliasing (Nermkirina Kêlekan)
Sazkirina OpenOfficê;Ji bo daxistina OpenOffice.org a ji bo windowsê; Daxe
Ji bo sazkirina li ser ubuntuyê; Bixwîne
Malpera fermî ya bi Kurdî ya OpenOffic.orgê: http://ku.openoffice.org/
(jêrenot: malper hê ji bo guhertoya nû nehatiye rojanekirin)
Pêvekên bi Kurdî Yên OpenOffice;
Beriya niha ji aliyê endamê koma pckurd Erdal Ronahî ve, ji bo OpenOffice'ê du pêvekên ji bo kurdî hatibûn amadekrin.
1) Kîtandin
Kîtandin rê dide ku di nivîsekê de peyvên li dawiya hevokekê li gor rêzimana kurdî werin kîtandin (hecekirin). Weke ku hûn di wêneya li aliyê çepê de jî dibînin, bi vî awayî di nivîsên dirêj de li kêleka nivîsan valahî namîne û nivîs xweşiktir xuya dike.
Hûn dikarin pêvekê ji vir daxin; Rûpela pêveka kîtandinê
2) Rastnivîs

Ev pêvek dema ku hûn di OpenOfficê de nivîseke bi kurdî dinivîsin, kontrola rastnivîsandinê dike. Weke ku di wêneya li kêlekê jî xuya dike, ger hûn weke mînak "namîno" binivîsin, pêvek we hişyar dike ku di kurdî de peyvek wisa tune û peyva herî nêzikî wê yanî "namîne"yê pêşniyarî we dike.
Hûn dikarin vê pêvekê ji vir daxin: Rûpela pêveka rastnivîsê








Bi kurdî format biguhere:
Şîrove
Lê disa jî ev berhemên hêja jibo min bûne hêzek jibo zimanê dayîkê.Bila bijîn ew kesên ku dema xwe jibo bername û guhertoyên azad vediqetînîn.Malpera koma pckurd jî lime hemûyan pîrozbe. Bersiv | Wergire û bersiv bide | Wergirtin
her biji ! Bersiv | Wergire û bersiv bide | Wergirtin
jı bo xebata we spas.Ez aniha openoffîca kurdî bikartînim.gelek memnunim.lê problemeke min heye.
Min bernama rastnivîsê saz kir lê naxebite.min di forumê de jî nivîsand.jii kerema xwe re alîyê min bikin
Wîlly Bersiv | Wergire û bersiv bide | Wergirtin
RSS feed for comments to this post.